36314139_2562017477157335_7954797091715284992_n.jpgDi helbestên kevn ya Rojhilat de ‘qalibê arûz’ tê bikaranîn. Jê re ‘weznê arûz’ tê gotin. Helbestvan û şaîr dema qesîde, xazel an jî çarînekî binivsînîn pêşiyê qalibê xwe çêdikirin û li gor wê qalibê, ji xwe re peyvan dirêzînin. Divê hemû pîvanên qalibê hevûdû bigre; deng, hece, sînonîm, antonîm, yek kêm an jî zêde nabe. Ahenga peyvan ne bêqusûr be, ebeden nabe! Helbet lazim e di her peyvekî helbestê de gelek cûrên hunerên wêjeyî û wateyên kûr û dûr hatibin bikaranîn ku xwîner ji bo peyama peyvê fahmbike faşbibe!

Şaîrên kevn ji bo ku li qalib bînin, remzên wiha bikartnîn ku, Hezretî Zerdeşt jî ewqas raman û hêstên kûr nikaribûye biafirîne! Sentaksa helbestê jî lazim e wek matematîkê be, tevlîhev û sergêj!

Âlema Rojhilat âlema qaliba ye. Rojhilatiyan gelek berhemên giranbiha û mizdanbiha afirandine. ‘Heşt Behîşt’ a Îdrîsê Bedlîsî an jî ‘Qesîda Avê’ ya Fizûlî, ew padîşahên Osmanî yên ku heryekî 60-70 kîlo goşt û çend gram aqil bûn, derdixistin asîmanan, ji wir dibirin binê deryayan, li ser sere xwe digerandin, vir de wir de dibirin, têrnedikir bi miriyan re dixistin heftûheştê…

Rojavayî (Ewropî) ji ber ku ‘kêm aqil bûn’, hêst û hişê wan jî nedigîşt tiştên wiha! Dema ku rastî helbesteke Rojhilatî dihatin, ji ber ku fahm nedikirin tenê melodiyê guhdar dikirin û digotin “wonderful – wunderbar” û hew!

Wan berê xwe dabû tiştên hêsan yên dinyewî; wek zanistî, makîne, teknîk, fîlozofî û tiştên berredayî yên ku bala rojhilatiya nedikşand!..

Lewma civakên Rojhilat ên qalibçî, tiştên ku nekeve nav qalibê wan û ahenga alema ramana wan tevlîhev bike, digrin diavêjin û îlla di temaşekirina jiyanê de weznê xwe yên arûz bikartînin.

Rojavayî jî dema qalibên me dibînin didizin, dibizdin û bazdidin… Didizin, lewra evînên me, olên me, pêxemberên me, pirtûkên me yên pîroz û heta yezdanên me dizîn, qalib û qalikan jî ji me re hiştin. Lewma em ji hev fahm nakin. Em dibêjin ‘weznê arûz’, ew dibêjin ‘weznê barîz.’

Di xwendina zanîngehê de, di derbarê helbesta kevn de dersên me yên analîza helbestan hebûn. Mîratê qalibê helbestan wek Alfabe ya Morsê bûn. Te digot qey Mîrze Mors ji Fizûlî an ji Mela yê Cîzîrî destûr girtiye û alfabe ya xwe çêkiriye. Her heceyekî helbestê bi xêzekî û noqteyekî dihat qetandin û li gor qalib dihat pîvandin: Faîlatun, mefaîlun, faîlun…

Niha jî dema hin ‘hunermendên stranbêjiyê’ ji bo ji notayên xwe re gotinan biafirînin, pêşiyê li ferhenga peyvên biqafiye dinêrin. Hema çi lê hat! Ne pêwîst e ku watedar be… El muhîm el qafiye ye… Ji xwe ne xema kesiye stran û stranbêj çi dibêje, an jî tiştek dibêje an nabêje? Lihev tê an na? Ya girîng qafiye ye! Helbet biraderên me yên tirk bîlesebeb negotine, ‘ben ne diyom, temburum ne diyo? (ez çi dibéjim, tembûra min çi lédide?)

….

Îro jî roja zimanê dayikê ye! Di vê rojê de û di rojên din de halê nivîskarên kurd halê helawçiya ye. Di roja zimanê dayikê de halê gelê me jî halê bastêqçiya ye!

Mirov carna dixwaze li ser tiştên ‘apolîtîk û soft’ yanê li ser tiştên nerm û germ binivsîne, lê wâdâ xwedê be ku mirov dikare! Herçar aliyê me hişk, mişk û sar e. Başûr, Bakûr, Rojava, Rojhilat, hemû şer, xwîn, siyaset, talan, gemar, emperyalîzm, siyonîzm, kemalîzm, baasîzm, kubîzm, filanîzm û bêvanîzm, Afganistan, Pakistan, Hîndîstan, Erebîstan û Kurdistan, brakujî, xwekujî, jinkujî, jînkujî, cîrankujî, hevalkujî, heywankujî, faîlatun, mefaîlun, faîlun û hwd…

Bala xwe bidinê kurdî ji bo nivîsandinê çi biaheng e! Fonetîka zimanê me ji bo weznê arûz derya ye derya! Bêhemdê xwe dilê mirov diçe ku li ser van tiştên bi qafiye, bi aheng û bi wezin binivsîne. Ê de were ev tişt li teniştê binivsîne, li ser evîn, xweza, sirûşt û bihûştê! De were safî bike, de were biedlîne, bixemlîne, binexşîne, bibexşîne…

Niha xwînerên vê nivîsê, wê bêjin; ‘Kaka nivîskarekî baş tenê li ser hêst û psîkolojiya kermeşekî nexweş dikare helbestek bîstûyek rûpel an jî romanek biçûk binivsîne. Ma tû jî nivîskar î, pênûskar û peyvkar î, şoreşger û qelemşor î?’

Gelo di roja zimanê dayikê de ku kurd pê naaxifin û li “komelên çandî” li beramber çaya germ ya qaçax, bi tirkî bahsa girîngiya wê dikin, û dibêjin, „ana dil çok möhimdir abê” an jî dadikevin meydanan dîsa bi tirkî dibêjin “ana dil hakkımız söke söke alırız” mirov dikare çi binivsîne?

Nivîskarên kurd ji xwe re nebin helawçî çi bikin?

Bidaxawa yanê mixabin, bersiveke û qalibeke lihev nake: Nutalîaf, Nulîafem, Nulîaf…

*Zimanê dayikê gelek girîng e keko!